Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin 2024-07-02 15:40:59   STENBOL - Hat destnîşankirin ku li girtiyên sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Karatepeyê hatine kirin, lêgerîna tazî farz kirine.    2 girtiyên di Girtîgeha Hejmar 7 a Tîpa L ya Marmarayê tên ragirtin di 27’ê hezîranê de sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Karatepeya Çorlûyê hatin kirin. 3 roj piştî sewqê ji malbatan re agahî hate dayîn. Hat zanîn ku di dema sewqkirinê de îşkenceya fîzîkî û derunî li girtiyan hatiye kirin.    Hat destnîşankirin ku girtiyên hatine sewqkirin di hucreyên yekkesî de tên ragirtin, mafên wan ê ragihandinê tê astengkirin û sepana lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin.