DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir 2024-07-02 15:06:31   ENQERE - DEM Partiyê li dijî êrişên ser penaberên Sûriyeyê banga civîna lezgîn li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê kir.    Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt têkildarî êrişên nijadperest ên li dijî penaberên Sûriyeyê ku li bajarên Tirkiyeyê belav bûn, serî li Komîsyona Jêr a Koçberiyê û Entegrasyonê ya Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da. Kunt xwest komîsyona jêr bi lezgînî bicive û li cihê bûyerê lêkolînê pêk bîne.    Di serlêdanê de tiştên qewimî ne hatin vegotin û hat destnîşankirin ku destwerdanek bi bandor li bûyerên qewimî ne nehatiye kirin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku gotinên nefrete û cihêkariyê dike ku provokasyon zêdetir û belavtir bibin û hat destnîşankirin ku div ê mijarê de berpirsiyariya mezin li ser milê dewletê ye.    BANGA CIVÎNA LEZGÎN    Di serlêdanê de hat xwestin ku ji ber bûyerê divê komîsyona jêr a ÎHÎK’ê bi lezgînî bicive û tavilê dest bi xebatên lêkolînê bê kirin.