Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e 2024-07-02 14:47:37   ENQERE - Dayika Aştiyê Meryem Soylû ya li Meclisê axivî, xwest ku ji bo aştî û edaletê deriyên Îmraliyê bên vekirin û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were.    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo dengê girtiyên çalakiya boykotê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk didomînin ragihînin çûn Enqereyê. Dayik li vir tev li komcivîna Meclisê ya heftane ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bûn   Li vir li ser navê dayikan Dayika Aştiyê Meryem Soylû axivî û bal kişand ser armanca hatina wan a Enqereyê. Soylû, bi lêv kir ku gelek dayikan hêj hestiyên zarokên xwe nedîtine û tevî vê yekê di aştiyê de israr dikin û bal kişand ser rewşa girtiyan. Soylû, anî ziman ku Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê berdana girtiyan asteng dikin.    ‘DIVÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ BÊ VEKIRIN’    Soylû, bi gotinên “Dayikno hûn ji bo vê rewşê çi dibêjin? Hevalno hûn ji vê rewşê re çi dibêjin? Tişteke ku di dinyayê de neyê qebûlkirin dikin? Evqas sal derbas bûn. Ez ji we dipirsim; we qet edalet dîtiye? We ji derd, êş û îşkenceyê pêvetir çi dît? Ji bo ku edalet were vî welatî divê deriyê Îmraliyê bê vekirin” bertek nîşan da.     ‘KURDAN ABDULLAH OCALAN WEKE NAVNÎŞAN NÎŞAN DA’   Soylû, diyar kir ku mifteya aştiyê li Îmraliyê ye û ev yek ji aliyê dewletê ve tê zanî û wiha domand: “Kesê ku gelê kurd weke mûxatab nîşan dayîn birêz Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan berdin. Dayikan çil sal in rihetî nedîtin, li gel zarokên xwe li ser sifreyekê nerûniştin. Ji vê hovîtiyê û êşê xelas nebûn. Di pergala hiqûqê ya di dînyayê de tiştekî wiha nîne. Bila bi kurdan re rûnin ser maseyê. Bi vî awayî dê herkes bi hev re weke xwişk û bira bijîn.”   ‘BIJÎ SEROK APO’    Soylû, ya bi gotina “Edî bes e, em aştiyê dixwazin” gotina xwe berdewam kir, herî dawî ev tiş got: “Leşker, polîs, gerîla û sivîl ferq nakin; weke dayikan em mirinê naxwazin. Tu dayik naxwazin zarokên wan bimirin. Dayikên kurd edaletê û aştiyê dixwazin. Em bi dewleteke wisa re rûbirû ne ku her cure zilmê ji kurdan re rewa dibîne. Bijî Serok Apo.”