Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye 2024-07-02 14:25:39   STENBOL - Halîl Yakût ji roja hatiye binçavkirin heya niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Yakût bi daxwaza derbasî qawîşa hevalên xwe yên ji heman dozê tê darizandin bibe, ev 78 roj in di greva birçîbûnê de ye.    Halîl Yakût piştî ku di 12’ê sibatê de hate binçavkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û ew şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê. Yakût ji roja hatiye girtin heya niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Dema daxwaza Yakût a derbasbûna qawîşa hevalên xwe yên di heman dozê de tên darizandin nehat qebûlkirin Yakût dest bi greva birçîbûnê kir. Yakût ê ev 78 roj in di greva birçîbûnê de ye de ye ji ajansa me re name şand. Yakût destnîşan kir ku tevî ku ew girtî ye, di nav şert û mercên girtiyên ji cezayê muebeta girankirî ceza girtine de tê ragirtin û anî ziman ku hevalên wî yên di heman dozê de tên darizandin hene û da zanîn ku wî, bi dûrxistna ji hevalên wî tecrî dikin.    ‘DI HUCREYA KU TAVÊ NABÎNE DE TÊM RAGIRTIN’   Yakût diyar kir ku ji ber wî di hucreya yekkesî de radigirin, ew nikare ji mafên xwe sûd bigire û wiha got: “Tenê saetekî min derdixin hewadariyê. Di hucreyekî ku tavê nabîne de têm ragirtin. Ji ber têlên di paceyê de esman jî xuya nake. Tim av tê birîn. Ankû ruyekî cuda û dengê mirovan nîn e. Tav nîn e, av nîn e, hewa nîn e.”   ROJA 78’EMÎN A GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Yakût di nameya xwe de ji bo rewşa xwe nirxandina “tecrîdê” kir, xwest ev rewşa ser tê sepandin dawî bibe û destnîşan kir ku ew ji ber vê daxwazê ji 18’ê nîsanê ber bi îro ve bêyî dem di greva birçîbûnê de ye. Yakût di nameya xwe de derbarê rewşa xwe ya dawî ev tişt gotin: “Pirgirêkên min ên serêşî, ji ser hiş çûyîn, windahiya hevsengiyê, êşa parsûyan, birînên nava dev, made û ûr berdewam dikin.” Yakût rewşa xwe wek “sepanekî derveyî mirovahiyê” pênase kir, xwest ev sepana ser tê meşandin bi dawî bibe û xwest dengê wî were bihîstin.