Namzetên AKP'ê yên Rihayê hilbijêr bêzar kirin 2018-05-25 14:03:04   RIHA - Li Rihayê piştî AKP'ê lîsteya namzetên parlamenteriyê parve kir, ji ber di nava 14 kesan de Wezîr Ahmet Eşref Fakibaba û wekîl Halîl Ozcan jî heye hilbijêr bêzar kirin.    AKP'ê lîsteya namzetên xwe yên Hilbijartina 24'ê Hezîranê bi raya giştî re parve kir. Piştî lîsteya namzetan parve kir, ji ber ku namzet ne li gorî daxwaza gel in bertek zede bûn. Li Rihayê jî lîsteya 14 namzetan parve kir. Ji ber ku di nava 14 namzetên Rihayê de Wezîrê Çandinî, Zexîre û Sewalkariyê Ahmet Eşref Fakiba û parlamenter Halîl Ozcan heye welati û hilbijêr bêzar kirin. Welatiyên ku dengê xwe didan AKP'ê hêrs û bêzariya xwe anîn ziman.    Şaredarê AKP'î ye Bîrecîkê Omer Faruk Pınarbaşi bi gotina "Henekê xwe bi me dikin" û bertekê xwe anîbû ziman. Welatiyan jî bertekên xwe anîbûn ziman.    Namzetên ku welatî û hilbijêran bertek nîşan dan wiha ne:    * Namzetê Rêza 4'an Zemzem Gulender Açanal: Dema Fakibaba Şaredarê AKP'î yê Ruhayê bû hevkariya hevkirin. Bû endamê meclîsa şaredariyê. Açanal di heman demê de Xizmê Seroka Daniştayê Zerrîn Gongor ê li ber Recep Tayyip Erdogan bişkovên xwe girtibûn û xwe tewandibû. Kurê Açanal bi keça Gungor re zewiciye.    * Namzetê reza 7'an Halil Ozşavli: Li Kilisê dijî. Xizmê Fakibaba ye. Tê gotin ku Fakibaba daîreya Ozşavli ya Dilokê bikar tîne.    * Namzetê Rêza 8'an ê AKP'e Ahmet Akay: Xizmê Namzetê rêza 3'emîn Halil Ozcan e. Xizmê Şaredariyê AKP'î yê Eyyubiyê Mehmet Ekincî ye.    * Namzetê rêza 9'an Mehmet Fatih Aksoy: Birayê namzetê Îyî Partî Fuat Aksoy e. Fuat Aksoy, li ser bertekan ji berendamiya Îyî partî kiyand.    * Namzetê Rêza 10'an ê AKP'ê Guler Kama İzol: Di serdema Fakıbaba de ket kar. Sekreteriya Fakibaba kiriye.  * Namzetê rêza 13'an İsmail Tosun: Dema Ahmet Eşref Fakıbaba şaredar bû cîgirê şaredar bû.    * Namzetê rêza 14'an Îbrahim Ayhan: Birayê şaredarê Akçakale Abdulhakim Ayhan e.