Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin 2024-07-01 19:03:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên bi dirûşmeya "deng bide azadiyê" de ku li gelek bajaran bi pêşengiya xizmên girtiyan tên lidarxistin de, doza azadiya fizîkî ay Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin.    Li gelek bajaran di çarçoveya çalakiya "deng bide azadiyê" de xizmên girtiyan û rêxistinên nûnerên civakî doza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.    ÎZMÎR    Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û malbatên girtiyan di çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” de li ber Girtîgeha Kiriklarê hatin bahev.    Çalakiya ku her hefte roja duşemê li ber girtîgehên Îzmîrê tê kirin, hefteya 11’emîn li pey xwe hişt. Di vê hefteyê de jî pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Deng bide zindanan” li xwe hatin kirin her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.      Rêveberê Rêxistina DEM Partiyê Hacay Yilmaz ê li vir axivî, diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê belavî hemû civakê hatine kirin û got: “Îro tayînkirina qeyûm a li Colemêrgê, berdewama polîtîkaya tecrîdê ya desthilatê ye. Rojên borî me di şewatên li Kurdistanê derketin de 15 can winda kirin. Ji hewayî ve mudaxile li van şewatan nehate kirin. Dema ev dane hemû hatin bahev polîtîkayên şer û tecrîdê yên li herêmê derdikevin holê. Em weke DEM Partiyê heta ku ev polîtîka bi dawî nebin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Çalakî bi çalakiya rûniştinê û tilîliyan bi dawî bû.      MÊRSÎN    Di çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” ku di pêşengtiya malbatên girtiyan de li Mêrsînê tên meşandin de li ber Girtîgeha Kampusê ya Tarsûsê çalakiya rûniştinê hate kirin. Di çalakiya kete hefteya 11’emîn de her tim dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin û pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hatin li xwe kirin. Malbatên girtiyan ên daxwaza rakirina tecrîdê kirin xwestin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe.    Çalakiya rûniştinê, bi dirûşmeyan bi dawî bû.    AMED   Xizmên girtiyan li Amedê li BEr Girtîgeha Kampusê ya Amedê bi dirûşmeya "deng bide azadiyê" li hev kom bûn. Di çalakiyê de dirûşmeya "bIjî berxwedan zindanan" hat berzkirin.    Ji xizmên girtiyan Gulistan Bûdakê got: "Êdî bila dayik negirîn. Ne nameyk ne jî telefonek ji zarokên me tê. Êdî bila dxwaz bên qebûlkirin."    Ji xizmên girtiyan Ayten Kiliê jî got: "Bi mehan e tu agahî ji Ocalan nayê girtin. Zarokên me ji bo tecrîd bê rakirin di çalakiyê de ne. Em jî piştgiriyê didin daxwazên zarokên xwe."    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   EDENE   Xizmên girtiyan, di çarçoveya çalakiya "deng bide azadiyê" de li ber Girtîgeha Kampusê ya Kurkçuler a Edeneyê kom bûn. Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî û nûnerên AYKAY-DER'ê tevlî çalakiyê bûn.    Di çalakiyê doz arakirina tecrîda li Îmraliyê hat kirin. Çalakî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    Açıklama oturma eylemiyle sona erdi.    ÊLIH    Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa T a Êlihê di çarçoveya çalakiya "deng bide azadiyê" de hatin cem hev. Parlementerê DEM Partiyê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tev lî çalakiyê bûn.    Tiryakî ku li vir axivî, bertek nîşanî zextên li girtîgehan da û got ku ew tecrîdê qebûl nakin û heya encamekê bi dest bixin wê çalakiyên xwe bidomînin.    Daxuyanî bi berzkirian dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.