Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin 2024-07-01 16:48:43   QEYSERÎ - Li navçeya Melîkgazî faîlê ku îstîsmara zayendî li hemberî zaroka 7 salî pêk anîbû, hat girtin.    Li navçeya Melîkgazî ya Qeyseriyê Î.A. (26) ku li hemberî keçapa xwe M.A. ya 7 salî îstîsmara zayendî pêk anîbû hat girtin. Faîl piştî karûbarên li emniyetê birin Edliyeya Qeyseriyê. Dozger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgeriya Cezayê Sulhê der barê Î.A. de biryara girtinê da.   Piştî bûyera îstîsmara zayendî belav bû, grûbek qerebalix li hev civiya û êrişî hin dikanên aîdî penaberên ji Sûriyeyê kiribûn. Di êrişê de wesayîtên aîdî penaberan qelibandin û hin dikanên wan şewitandibûn.