Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn 2024-07-01 16:31:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Di Doza Komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê de biryar hate dayîn. Li 10 bersûcan cezayê muebbeta giran hate birîn.  Di 10’ê Cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrişî mitînga aştiyê ya Qada Gara Trenê ya Enqereyê kir. Di êrişa bombeyî de 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 jê zarok 391 kes jî birîndar bûn. Danişîna biryarê ya dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Li 10 bersûcên dozê cezayê muebbeda girankirî hat dayîn. Li Erman Ekîncî 101 caran cezayê muebbeta giran hate birîn.