Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin 2024-07-01 15:50:07   ŞIRNEX - Baroya Şirnexê têkildarî talankirina xwezaya li Botanê diyar kir ku ew ê li dijî vê talankirinê dest bi hewldanan bikin û pêvajoyê bişopînin.    Talankirin ango qirkirina dar û xwezaya li herêma Besta, çiyayên Cûdî, Gabarê û herî dawî jî talankirina darên li gundê Komate yê bi ser navçeya Elkê ve ku bi destê cerdevanan û di çavdêriya leşkeran ve tên kirin, berdewam dike. Komîsyona Hawirdorê û Bajêr a Baroya Şirnexê têkildarî talankirina xwezaya li herêmê daxuyaniyek nivîskî belav kir.     Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew ê li dijî talana li herêmê ku berdewam dike têkoşîn bê kirin û wiha hat gotin: “Em her sal li dijî talankirina xwezaya Şirnexê; tevî serlêdan û gilî dikin, raporên me ji raya giştî re eşkere kir jî, hewldana ku herêm bêdar û ziwa bimîne berdewam dike. Bi hatina demsala havînê re birîna daran û rûxandina xwezayê bi awayek lez û bez berdewam dike. Her roj bi sedan ton dar tên birîn û tên tunekirin. Me berê jî gotibû; xwezaya Şirnexê dikin qurbanê rantê. Herêmê veguherandine qada madenê û veguherandine qada şantiyeyê.    EM PÊVAJOYÊ JI NÊZ VE DIŞOPÎININ    Di vê pêvajoya em gihîştinê de em ê pêvajoya hiqûqî berdewam bikin û em ê biryar  û îradeya xwe deynin  holê û çavê xwe ji  talankirina xwezaya xwe re negirin. Em ê li dijî vê talanê dîsa hewldanên xwe yên pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin û pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.”