Cotkaran DEDAŞ protesto kirin 2024-07-01 15:49:26   RIHA - Li Sêweregê cotkarên ku nikarin ji ber birîna ceyranê zeviyên xwe av bidin, DEDAŞ şermezar kirin û rê girtin.    Cotkarên ku ji ber birîna ceyranê ya li navçeya Sêwereg a Rihayê nikarin zeviyên xwe av bidin, Şîrketa Belavkariyê ya Ceyranê (DEDAŞ) protesto kir. Cotkarên ku bi traktorên xwe li ber avahiya DEDAŞ’ê hatin bahev, rêya li ber avahiyê girtin. Cotkaran da zanîn ku ji ber birîna ceyranê û dayîna enerjiya kêm a xetan nikarin zeviyên xwe av bidin.    Cotkarên ku bi dirûşma “Xwedê qehra xwe li DEDAŞ'ê bike” çalakiya xwe didomînin, ji ber avahiyê hatin dûrxistin. Cotkaran diyar kir ku heta daxwazên wan tên bicihanîn dê çalakiya xwe ya protestoyê bidomînin.