DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist 2024-07-01 15:36:05   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo avakirina plana stratejîk a 5 salan, bi dînamîkên bajar re hevdîtinan dike. Şaredariyê civîna ewil bi jinan re li dar xist.    Rêveberiya Bajarê Mezin a Amedê xebatên xwe yên ji bo amadekirina plana stratejîk a salên 2025-2029’an didomîne. Di vê çarçoveyê de şaredarî bi dînamîkên bajar re hevdîtinan dike. Xebatên ku di 6’ê hezîranê de li 17 taxên bajêr bi hevdîtinên cuda yên bi keyayan re dest pê kir, li ber Şaredariya Bajarê Mezin bi "Rojên Gel" dewam dike, li gelek noqteyên navenda bajêr ji bo daxwazên welatiyan bên pêşwazîkirin stand hatin vekirin. Di çarçoveya xebatên Plana Stratejîk de, civînên "Koma Fokûs" ku di 1’ê tîrmehê de li Navenda Çand û Kongreyê bi saziyên sivîl re dest pê kir, wê heta 5’ê tîrmehê roja înê bidome. Şaredariya Bajarê Mezin dê di meha îlonê de xebatên xwe yên Plana Stratejîk biqedîne û bi raya giştî re parve bike.    Civîna ewil a “Koma Fokûs” îro li Navenda Çand û Kongreyan bi rêxistinên civaka sivîl ên jinan re hat ldarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, serokên daîreyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. Bucak, girîngiya civînên Koma Odakê vegot. Bucak, bi bîr xist ku di kampanyaya hilbijartinê de gotibûn ku dê Amedê dîsa bikin bajarekî jinan û wiha domand: “Em ê temamiya projeyên xwe yên me nekarî di 8 salên dawî de pêk bînin, bi hev re bixin meriyetê. Ne tenê projeyên Bajarê Mezin, em ê li 4 navçeyên navendî û navçeyên derve jî îstîhdama jinan xurt bikin, navendên şêwirmendiyê yên jinan ava bikin û qadên têkoşîna li dijî tundiya ser jinan ava bikin.”   Bi domdarî Bucak anî ziman ku rêveberiya berê ji sedî 58’ê bûdçeya şaredariyê ji bo rê û îmarê xerc kiriye û herî kêm jî ji polîtîkayên jinan re veqetandiye. Bucak, diyar kir ku dê di Plana Stratejîk a 2025-2029’ê de ji bo xebatên jinan û qadên xizmeta civakî bêhtir bûdçeyê veqetînin.    Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên jinan di civînê de pirsgirêk vegotin û çareseriyên xwe pêşniyar kirin. Jinan xwestin ku şaredarî di mijara têkoşîna li dijî tundiya ser jinan de bi roleke çalaktir rabe, hejmara malên hewînê yên jinan zêde bikin. Jinan, destnîşan kirin ku xizanî pirsgirêkeke civakî ye û xwestin şaredarî bi karmendan re protokolan îmze bike û derfetên perwerdeya pîşeyî û derfeta kar ji bo jinan biafirîne. Nûneran, xwestin ku navendên tenduristiyê yên jinan, tora tundiya li dijî tundiya li ser jinan, navendên têkoşîna li dijî tiryakê, avakirina kreşan a li cihê kargehan, vekirina malên nanpêjiyê, malên gundan ên jinan tên perwerdekirin û ji hêla pîşeyî ve pêş dixin û pirtûkxaneya jinan bên avakirin.