YSK'ê namzetê HDP’ê yê rêza yekem ê Şirnexê veto kir 2018-05-25 13:16:50   ENQERE – Lijneya Hilbijartinê ya Bilind, namzetê HDP’ê yê Şirnexê yê rêza yekem Abdullah Gungen veto kir.  Dadgehê cezayê namzetê HDP'ê yê Êlihê yê rêza yekem Îdrîs Balûken jî erê kiribû. Hat zanîn ku dê li şûna Balûken kesek din nîşan bidin.    Lijneya Hilbijartina Bilind, namzetê parlamenteriya Hilbijartina 24'ê Hezîranê yê HDP'ê yê rêza yekem ê Şirnexê Abdullah Güngen veto kir. YSK bi sedema ku Gungen ji aliyê 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve rastî 7 sal û 6 meh ceza hatiye cezayê wî di 27'ê Adara 2014'an de hatiye erêkirin û di 13'ê Îlona 2017'an de cezayê dîtiye namzetiya wî veto kir. Gungen, diyar kir ku der barê wî de biryara ku mafê wî yê bijartin û hilbijartinê red bike tune û ev biryarek keyfî ye. Namzetê HDP’ê yê Şirnexê Gungen, ji bo mafê xwe paşve bistîne, bi riya parêzerên xwe îtîraz kir. Hat fêrbûn ku ji ber mafê Gungen ê hilbijartinê nehatiye qebûlkirin dê nikaribe di lîsteyê de cih bigire.    HDP êdî dê li şûna Gungen navekî din namzet nîşan bide. Li şûna Gungen kê namzet nîşan bide niha diyar hebûye. Gungen, bertek nîşanî biryarê da û diyar kir ku ev biryarek siyasî ye. Gungen, da zanîn ku aliyê hiqûqê yê biryarê tune û wiha got: "Ji ber ku ez di rêza yekem a namzetiya Şirnexê de nîşan dam mafê min ê hilbijartinê veto kirin Ev biryarek siyasî û li dijî hiqûqê ye.    LI ŞÛNA BALÛKEN DÊ NAMZETEKÎ DIN NÎŞAN BIDIN   Hat diyar kirin ku dê li şûna Îdrîs Balûken jî namzetekî din nîşan bidin. Piştî Dadgeha Herêma Dîlokê cezayê Balûken ê 9 sal û 2 meh ceza erê kir, hat diyar kirin ku dê li şûna Balûken ku li Êlihê di rêza yekemîn de namzet nişan dabûn, dê kesekî din bê diyar kirin.    MA / Hayri Demir