Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike 2024-07-01 14:54:22   COLEMÊRG - Qeymeqamtiya Çelê derheqê tacîza çawişên pispor a li dijî du zarokan de daxuyanî da. Qeymeqamtiyê bi gotina “Bi destên hev girtine” hewl da tacîzê rewa bike û veşêre.    Walîtiya Colemêrgê di roja dawî ya “Mîhrîcana Foto Safarî û Sporên Xwezayî” ya li navçeya Çelê de konserek li dar xist. Di konserê de 2 zarok ji hêla çawişên pispor ve hatin tacîzkirin. Ciwanên tev li konserê bûn, mudaxileyî çawişên pispor kirin ku zarokên 16-17 salî tacîz dikirin. Di vê navberê de çawişên pispor hatin derbkirin û şandin nexweşxaneyê.    LEŞKERTIYA WAN VEŞARTIN   Qeymeqamtiya Çelê têkildarî bûyerê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyek da. Qeymeqamtiyê di parvekirina xwe de kesên tacîzkar weke kesên ne leşker nîşan da û piştrast kir ku çawişên pispor 239 promîl alkol bi kar anîne. Qeymeqamtiyê îdia kir ku kesê bi navê Y.P. hatiye binçavkirin û kirariyên îdarî û edlî didomin.    Qeymeqamtiya ku tacîz veşartî, bi gotina “destê hev girtine” hewl da tacîzê rewa bike.