Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin 2024-07-01 14:30:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Kolbernewsê di nav 6 mehên îsal de herî kêm 270 kolber hatine kuştin û birîndar bûne.  Kolbernewsê hejmara kolberên li sînorên rojhilatê Kurdistanê di nava 6 mehên îsal de hatine kuştin û birîndar bûne belav kir.   Li gorî nûçeyê, di 6 mehên destpêkê yên îsal de, bi giştî 270 kolber li herêmên ser sînor û rêyên di navbera bajarên rojhilatê Kurdistanê de, di encama êrişên hêzên Îranê de, aşût, serma, mayîn û ketina çiya de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.   Hate gotin ku ji 270 kolberan, 34 kolber hatine kuştin û 236 kolber jî birîndar bûne. Li gorî nûçeyê ev hejmar li gorî sala borî zêde bûye. Li gorî nûçeyê 20 kolberên hatine kuştin û birîndar bûne, zarok in.