Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye 2024-06-30 23:45:03   Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye COLEMÊRG - Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re ya li Colemêrgê, di roja 6’emîn de bi koma ji Wanê hatiye ve dom kir. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî tayînkirina qeyûm a bi biryara Wezareta Karên Hundirîn a 25’hezîranê, bi dirûşma “Rêzgirtina ji Îradeyê re” nobeta da destpêkirin. Nobet di roja 6’emîn de li pêşiya Bazara gel bi serdanan domiya. Di nobetê de stran hatin gotin û pankarta “Em ê tecrîdê bişkînin, qeyûm bişînin”, “Ne tecrit ne qeyûm, ji bo gelê kurd azadî”, “Şaredarî yên me ne, em ê rê nedin xespkirinê” û “Qeyûm hilweşîn e, em ê rê nedin qeyûm” hatin vekirin, dovîzên li ser “Li hember îradeyê rêzdar be”, “Ji qeyûm re na”, “Ji xespkirina qeyûm re na” dinivîsand hatin hilgirtin.   Di çalakiya heya derengiya şeve dom kiriye de dirûşmên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, Bijî berxwedana zindanan” û “Colemêrg warê me, Şaredarî karê me” hatin berzkirin.