Dayîka Mîraz: Bi mîlyonan hene ku li şûna min deng bidin 2018-05-25 12:20:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Gulîstan Dîken Akbaba ya bi pitikê xwe yê 22 mehî Mîraz re di girtîgehê deye, ji ber ku girtî ye nikare dengê xwe bide. Akbaba, diyar kir ku ew bawer dike ku ji bo pêşerojek xweş a zarokan bi mîlyonan mirov hene ku li şûna wê dengên xwe bidin. Gulîstan Dîken Akbaba, di sala 2012’an li Colemêrgê bi sûcdariya “Endamê Rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û cezayê wê di Dadgeha Bilind de hatibû erê kiirin. Akbaba, di Sibata 2017’an de bi pitika wê Mîraz ê hîna 7 mehî bû re kirin girtîgehê. Akbaba ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê name şand. Akbaba ji ber ku mehkûme, di hilbijartinê de nikare dengê xwe bide û di nameya şand de wiha got: “Diyariya Roja Dayîkan a herî xweşik a ji bo hemû dayîkên welat, ew e ku di sindoqan de demokrasî, aştî û edalet derbikevin.   Akbaba, di dewama nameya xwe de wiha got: “Zarokên di temenê Mîraz de li kolanan baz didin û dilîzin. Lê gelek zarokên mîna Mîraz dinava  çar diwarên girtîgehê de mezin dibin. Roj roja derizandina dîwarane.  Gava me hev yek kir, wê demê emê karibin bi baweriyek mezin li rûyên zarokên xwe mêze bikin. Em ê ji bo pêşerojê, tenê kulmek ax bavêjin derzên betonê. Li ser navê xwe êdî naxwazim zarokên mîna Mîraz bibin mehkûmê dîwarên beton ên girtîgehan. Ji ber ku ez jinim, Kurdim, min aştî û azadî parast hatim cihê kirin.  Êdî naxwazin li ser erdnîgariyek bêm cûdakirin bijîm. Ji ber ku mehkûmim nikarim dengê xwe bidim. Lê ez baş dizanim, ji bo çavên ken ên van zarokan û pêşerojek xweş a ji bo zarokan dê li şûna min bi mîlyonan kes dengên xwe bidin. Diyariya Roja Dayîkan a herî xweşik a ji bo hemû dayîkên welat ew e ku di sindoqan de demokrasî, aştî û edalet derbikevin.”   Serokê Dadgeha Destûrmend ê Taybet ê 16’emîn Mehmet Ekîncî yê bi îdîaya “Endamê rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da Gulîstan Dîken Akbaba, niha bi sûcdariya “Endamê FETO” girtiye. Dozgerê derbarê Akbaba de lêpirsîn da destpê kirin jî, Sadrettîn Sarikaya ye ku bangî Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan kiribû ku îfade bide û niha ji endamtiya FETO girtiye.