Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an 2024-06-30 22:43:35   ÎZMÎR - Di teqîna li Torbaliyê çêbûye de 2 kesên din ên birîndar bûbûn, jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî hejmara miriyan derket 5’an.    Li restorantekî taxa Ayrancilar a navçeya Torbali ya Îzmîrê de teqînek çêbû û hejmara kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dane derket 5’an. Têkildarî teqînê lêpirsîn hate destpêkirin.    Waliyê Îzmîrê Suleyman Elban daxuyand k udi teqînê tupekî tîpê pîşesaziyê çêbûye û 5 kean jiyana xwe jid est daye. Walî da zanîn ku lêkolîna têkildarî bûyerê dom dike   Wezîrê Xebitîn û Ewlehiya Civakî Vedat Işıkhan jî anî ziman ku têkildarî mijarê mufetiş hatiye peywirdarkirin. Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç jî diyar kir ku têkildarî bûyerê di koordînekirina Serdozgerê Komarê yê Torbaliyê de 2 dozgerên komarê hatine peywirdarkirin.    Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Îzmîrê Cemîl Tûgay piştî teqînêhat li cihê bûyerê û daxuyand ku yek jê bi giranî, bi giştî 63 welatî birîndar bûne.