Zeynep Kinaci hate bîranîn 2024-06-30 22:21:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Zeynep Kinaci di 28’emîn salvegera mirina xwe de li Wan, Êlih û Amedê hate bîranîn.       Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Kinaciyê di 28'emîn salvegera mirina xwe de li Wan, Amed û Êlihê bi bîr anî.    ÊLİH    Bîranîn di avahiyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), a Êlihê hat lidarxistin Rêveberên DBP’a Êlihê, rêveberên navend û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir, bi nîşandana jiyan û têkolîna Kinaciyê dom kir. Herî dawî nameyên Kinaci li pey xwe hiştine, hatin xwendin.   Bîranîn bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.     AMED   Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes tev li bernameya bîranînê ya li Amedê bûn. Di eywana bîranînê de wêneyên Sema Yuce û Zeynep Kinaciyê hatin daliqandin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Sînevîzyona jiyana Zeynep Kinacî û Sema Yuceyê vedibêje hate nişandan û herî dawî nameyên ku wan li pey xwe hiştinbûn hatin xwendin.    Bîranîn bi guhdarkirina stranan dawî bû.   WAN   Gelek kes tev li bîranîna li avahiyê Rêxistina DEM Partiya Wanê hatiye lidarxistin bûn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û aktîvîsta TJA’yê Caziye Dûman wiha axivî: “Ji destpêka têkoşînê heya kêliya dawî, bi ruhekî fedayî ve têkoşînekî bêhempa li pêş xist. Em li hember têkoşîna wê bejna xwe bi rêzdarî ditewînim û carekî din dibêjin ku; Ev têkoşîna ji Zîlanan tê, dê bi ruhê berxwedanê bidome.”    Bîranîna bi xwendina helbest û strîna stranan dom kiriye, bi nîşandana sînevîzyona jiyana Kinaciyê dawî bû.