Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome 2024-06-30 21:33:40     ENQERE - Meşa Rêzgirtina li Îradeyê ya DEM Partiyê li Stenbolê dabû destpêkirin, gihişt Enqereyê. Partlamenterê DEM Partiyê Mahmût Dîndar axivî û wiha got: “Em ê rê nedin qeyûman. Heya ev bêhiqûqî vedikişe dê meşa me berdewam bike.”    Meşa Rêzgirtina li Îradeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî xespkirina îradeyê dabû destpêkirin, gihişt Enqereyê. Meşvanên ku ji Stenbol û Îzmîrê ketine rê û dê ber bi Colemêrgê ve bimeşin li Enqereyê gihiştin hev. Meşvanên li Parka Kurtuluşê bi girseyî hatine pêşwazîkirin, piştre derbasî Cadeya Sakaryayê bûn. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Li ber xwe bide Colemêrg, Enqere bi te re ye”, “Qeyûm bicehnime” hatin berzkirin.   ‘BI RÊBAZÊN DARBEYÊ DESTESER DIKIN’   Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiya Enqereyê Nebahat Çalpan destnîşan kir ku ew li dijî xespkrina îradeyê serê xwe netewînin û wiha got: “Heya ev bermahiya Rewşa Awarte tê betalkirin, heya ku zexta ser bijartiyan tê rakirin dê têkoşîna me bidome. Netewperestiyê har dikin û dixwazin civakê ji hev veqetîinin. Şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistine dixwazim bi rêbazên darbeye desteser bikin.”    ‘DEST JI SIYASETA ŞER Û ZORDARIYÊ BERDIN’   Çalpan da zanîn ku polîtîkayên qeyûm û tecrîdê dê ji gel re şer û karesatê bîne û axaftina xwe wiha domand: “Ev siyaseta ji gelê me re aştî, yekitî û aramiyê zêde dibine dê we nebe li cihekî. Cihê ku diçe karesat e. Hêj ku rê nêzîk e, dest ji siyaseta xwe ya şer, talan, zext û zordariyê berdin. Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalog û hevdîtinan vekin û biryara Meclisa Şaredariya Colemêrgê ya li şûna Mehmet Sidik Akiş,Viyan Tekçeyê wek şaredar hilbijartiye qebûl bikin.”    ‘EM Ê ÊRIŞA QEYÛM TÊK BIBIN’   Çalpan di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ev êriş li gorî qanûn û Destûra Bingehîn jî pirsgirêk in lê belê divê tevahiya civakê li dijî van êrişên derveyî qanûnî rabe ser piya. Li dijî têkoşîna gelê kurd tim êriş hebûn. Palana Şark Islahatê, Mufettîşên Ûmûmî, Walîtiyên Rewşa Awarte hebûn û îro jî qeyûm heye. Me duh li Wanê êrişa qeyûm têk bir û em ê îro heman êrişa qeyûm a Colemêgê jî têk bibin.”    ‘DÊ MEŞA ME BIDOME’   Piştre parlamentere DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar axivî û ev tişt anî ziman: “Desthilata AKP-MHP’ê li Kurdistanê darbeyekî mezin xwar û vê yekê ranagire. Hezar û yek fêlbazî di hilbijartina 31’ê Adarê de kirin lê belê winda kirin. Niha jî bi siyaseta qeyûm ji me re dibêjin ku em îradeya we nas nakin. Qeyûm erdnîgariya Kurdistanê talan kirin. Em îro jî ji Enqereyê dengê xwe bilind dikin. Em wek mirovên edaet, maf, wekheviyê diparêzin dê rê nedin qeyûman. Em van qeyûman nas nakin û dê heya ev bêhiqûqî paş de vedikişe têkoşîna xwe bidomînin.”    Daxuyanî piştî axaftinan bi dawî bû.    Meşvan dê îşev li Enqereyê bimînin û dê sibê ber bi Edeneyê ve bikevin rê. Meşvan dê bajar bi bajar meşa xwe bidomînin û dê di 3’yê tîrmehê de li Wanê dê di 8’ê tîrmehê de jî li Colemêrgê bin.