Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket 2024-06-30 17:29:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye gundê Guherzê yê Amêdiyê bombebaran kir. Piştî êrişê li herêmê şewat derket.   Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Li gorî agahiyên nûçeya Rojnewsê îro carek din Tirkiyeyê gundê Guherzê ya Amêdiyê ya bajarê Dihokê bombebaran kir. Lê nehat zanîn êriş bi rêya balafirên şer, balafirên bê mirov yan jî bi rêya topan hatiye kirin.   Ji ber êrişa hewayî agir bi zeviyên li herêmê ket. Hat diyarkirin ku agirê bi herêmê ketiye hêj jî nehatiye vemirandin.