'Ji bo aştî û demokrasiyê dengê me ji HDP û Demîrtaş re ne’ 2018-05-25 12:10:33   MÊRSÎN – Welatiyên kurd ên li Mêrsînê dijîn diyar kirin ji bo aştî û biratî were welêt dê di 24’ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP’ê û namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş.    Piştî partiyên siyasî yên dê bikevin hilbijartinê danezana hilbijartnê û namzetên xwe aşkere kirin, xebatên hilbijrtinê ango atmosfera hilbijartinê di nav hilbijêran de zêdetir bû. Çavê hilbijêran li ser encamên hilbijartina 24’ê Hezîranê ye. Welatiyên kurd ên li Mêrsînê dijîn  gotin ku dê ew dengê xwe bidin HDP’ê û Selahattîn Demîrtaş.   ‘TENÊ JI BO HILBIJARTINÊ BI KURDAN RE DIBIN BIRA’    Cemal Esatoglu yê 38 salî destnîşan kir ku yên bi sondxwarina şeref û namûsê li dijî hev xwe li dijî kurdan kirin yek û got: “Lê dema hilbijartin nêz dibe dibêjin ‘kurd birayên me ne’ û behsa mafê kurdan dikin. Dema hilbijartin xelas dibe kurd ne tiştekî wan in. Ez ê di hilbijartinê de li ser navê maf û hiqûq, aştî û wekheviyê û partiya ji derewan dûr e û li ser bingehek dirûstbûnê siyasetê dike dengê xwe bidim HDP’ê û piştevaniya Selahattîn Demîrtaş bikim.”    ‘DIXWAZIN KURDAN TUNE BIKIN’    Seyvan Adiyaman ê 52 salî jî anî ziman ku tifaqa AKP’ê û MHP’ê dijminahiya kurdan daniye holê û AKP dixwaze bi MHP’ê kurdan tune bike. Adiyaman wiha got: “Ez ê li dijî dijminahiya kurdan, dengê xwe bidim HDP’ê. Gotin ‘aştî’ lê me kuştin. Vegotina aştiyê kuştin û girtin e. Niha namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş girtî ne. Ez hêvîdar im dê êdî gelê kurd zextên li ser xwe bibîne û dê dengê xwe bide gelê xwe.”      ‘DÊ DEMOKRASIYÊ Û BIRATIYÊ BÎNE WELÊT’    Alattîn Batur ê 58 salî jî diyar kir ku çawa ku li welêt maf, hiqûq û demokrasî nemaye di heman demê de têkçûnek aborî jî pêk tê û got: “Êdî AKP nikare welêt birêve bibe. Partiyên din jî welat birêvebirinê dûr in. HDP tenê ne partiya kurdan e. Partiya hemû gelên Tirkiyeyê ye. Yên alîgirê aştî û biratiyê ne divê di 24’ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP’ê. Tekane partiya dê demokrasî û biratiyê bîne Tirkiyeyê HDP ye. Ji bo jiyanek birûmet û bi hev re em dibêjin HDP. Birêz Demîrtaş jî di dilê me hemûyan de ye. Êdî kurd di ferqa her tiştî de ne û hişemendiya wan têra her tiştî dike.”