Bakkalci: Krîza mirovahiyê li cîhanê bi komkujiya Roboskî hat dîtin 2018-05-25 11:44:54   ENQERE -  Parazvanê Mafên Mirovan Metîn Bakalci, diyar kir ku piştî 2018'an li Tirkiye û cîhanê kriza mirovahiyê ket rojevê û wiha got: "Bi biryara DMME'ê ya der barê komkujiya Roboskî de krîza mirovahiyê bêtir hat ditîn.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), der barê komkujiya Roboskî ya 19 jê zarok 34 welatî bi balafirên şer ên TSK'ê hatin kuştin, biryara “betalkirinê" da. Têkildarî biryara DMME ya der barê Roboskê de Sekreterê Giştî yê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) Metin Bakkalci, nirxandin kir.  Bakkalci, da zanin ku erk û mîsyona DMME ewe ku mafê mirovan neyê binpêkirin û mafên mirovan biparêze û wiha got: “Sedema hebûna DMME ewe ku mafên mirovan biparêze. Dema em li Roboskî binerin, hemû kes qebûl dike ku li wir komkujî pêk hatiye. Her kes qebûl dike ku welatiyên Roboskî li gundê Roboskê li ser sînor hatine bombekirin û qetilkirin. Bûyera ku 6 sal berê pêk hat, niha ev rastî hat defin kirin. Ji ber ku DMME'ê gotiye ‘nayê qebûlkirin."  DMME çi qebûl nake? Kuştina 34 mirovên ku tevî zarokan li Tirkiye bi balafiran hatiye kuştin qebûl nake?  Vê mijarê niqaş nake. Tişta ku niqaş dike çima ewraq dereng gihiştine destê wê. Ev formalîte ye. Gotina DMME ya ez qebûl nakim tê wateya ku ez vê dosyayê digirim. Tirkiye di nava xwe de dosya girt, DMME jî di qada navneteweyî de dosya komkujiyê digire. Ji ber vê yekê di nava înfialek kûr de ye.    ‘KES NIKARE RASTIYA ROBOSKÎ DEFIN BIKE'   Parazvanê Mafên Mirovan Bakalci, destnîşan kir ku piştî 2018'an li Tirkiye û cîhanê kriza mirovahiyê ket rojevê û wiha got: "Bi biryara DMME'ê ya der barê komkujiya Roboskî de krîza mirovahiyê bêtir hat ditîn. Nîşan da ku li Tirkiye çawa hiqûq li gorî hêz û rejîmên ne asayî xwe bi teşe dike, li ada navneteweyî jî di şexsê Roboskî de ev yek derket holê.    Bakkalci, anî ziman ku ew dê serî erkên Konseya Ewropa û qadên din de der barê Komkujiya Roboskî de rojevên taybet ava bikin û her dem Roboskî di rojevê de bihêlin û bi şopa dozê bikevin. Balkalci, da zanîn ku ew dê dozê heta Neteweya Yekbûyî bibin.    MA / Berivan Altan