Namzetên HDP'ê yên Mûşê: AKP dê bi findan li 7’ê Hezîranê bigere 2018-05-25 11:32:36   MÛŞ - Namzetên HDP’ê yên Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Mensur Işık, beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn û gotin: “4 wekîlên bajêr dê qezenc bikin û em ê wan bişîn in meclîsê. AKP dê bi findan li 7’ê Hezîranê bigere.”   Ji nemzetên parlamenterên HDP’ê yên Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Mensur Işik, dest bi xebatên hilbijartinê yên bajêr kirin. Namzetên hatin bajêr, destpêkê beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya Taxa Zafer bûn. Di vekirina buroyê de namzet Mensur Işik, axivî û wiha got: “Bi bi sedsalane gelê Kurd têkoşînek mezin dide. Lê têkoşîna du salên dawî mora xwe li dîrokê xist. Gelê Mûşê tim di vê têkoşînê de cih girt. Vî gelî tu carî serê xwe li hemberî zilmê netewand. Gelê Mûşê  di hilbijartinê de dê 4 vekîlan derbixin.”    'HEYA DAWIYÊ DÊ LI SER WAN KOLTUXAN NEMÎNIN'   Namzeta parlamenteriyê Gulîstan Kilinç Koçyîgît jî, anî ziman ku ew di pêvajoyek zor re derbas dibin û wiha axivî: “Em dibin zilm û zordariyê dene. Gelê Kurd û gelê Mûşê dê hesabê kesên vê ji bo me rewa dibînin li ser sindoqan bipirsin.  Pişta me bi gelê me raste û baweriya me bi gelê me tê. Em rêwiyên dozek mafdarin û emê meşa xwe berdewam bikin. AKP dê bi findê li 7’ê Hezîran bigere.  Emê têkoşîna xwe di 24’ê Hezîranê de berdewam bikin.” Koçyîgît di dawiya axaftina xwe de parlamentera girtî ya bajêr Burcu Çelîk Ozkan û Ahmet Yildirim ê qedexeya siyasî danîn ser silav kirin.    Piştî axaftinan buroya  hilbijartinê bi berz kirina tilîliyan hat vekirin û gel li ber stranan guvend gerandin.