NY ji bo Roboskî parastinê ji Tirkiyeyê xwest 2024-06-29 16:43:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê ji bo doza Komkujiya Roboskî serlêdana ku hatibû kirin, ji hikûmetê parastinê xwest.    Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî doza Komkujiya Roboskî ji Tirkiyeyê parastinê xwest. Di komkujiya li gundê Roboskiyê ya bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve 19 jê zarok 34 welatî hatibûn qetilkirin.    6 MEH DEMA HIKÛMETÊ HEYE    Hiqûqzan Kerem Altinparmak li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya serlêdana malbatên Roboskî de têkildarî esasê ji hikûmetê re hatiye ragihandin û parastinê xwestiye. Altinparmak got ji bo Tirkiye bersivê bide 6 meh dama wan heye û got ku doza Roboskî ji bo lêgerîna edaletê û heqîqetê ya Tirkiyeyê remzeyek gelek girîng e.