Polîsan dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd 2024-06-29 16:29:30     XARPÊT - Polîsan li navçeya Paloyê, dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd ên li avahiya DEM Partiyê.    Polîsên ku deriyê avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi çilîngirî vekirin, wêneyên Şêx Seîd ên bi dîwar ve kom kirin. Hate diyarkirin ku polîs bi destûra dozgeriyê ketine avahiyê.    Rêxistina DEM Partiyê ya Xarpêtê dê îro bi boneya salvegera 99’emîn a qetilkirina Şêx Seîd daxuyaniyê bide.