Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir 2024-06-29 15:24:09 STENBOL - Koma Xebatê ya Wekheviya Zayendî ya Civakî ya Progressive Allianceyê ku ji 27 welatan jin di nav de ne, ji bo piştevaniyê serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê kir.  Koma Xebatê ya Wekheviya Zayendî ya Civakî ya Tifaqa Pêşverû (Progressive Alliance) ku di serî de Ewropa, Rojhilata Navîn û Efrîkayê ji 27 welatan jin di nav de ne, ji bo komxebata xwe ya ewil bike li Stenbolê kom bû. Komxebata ku dê du rojan berdewam bike dê ji çapemeniyê re girtî be. Di komxebatê de ku wê li oteleke li Floryayê were lidarxistin, ji bilî pirsgirêkên ku jinên cîhanê û bi taybet jî zayenda civakî dijîn, wê nîqaş li ser çawaniya peydakirina zemîneke hevpar di xala çareseriyê de werin kirin. Jinan beriya komxebatê, serdana Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê kir.    Cîgira Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Ebrû Gunay, Hevberdevka Komîsyona Rêxistinkirina Navendî ya DEM Partiyê Elîf Bûlût, parlamentera Amedê Ceylan Akça û Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Gonca Yangoz.    Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Gonca Yangoz pirsgirêkên ku jin pê re rûbirû dimînin ragihandin. Ebrû Gunayê jî bal kişand ku di DEM Partiyê de mekanîzmayên biryarê jî di nav de jin di hemû qadan de cih digirin û mitînga li dijî qeyûm a dê bê lidarxistin bi bîr xist û diyar kir ku qeyûm asteng dike ku jin tev li rêveberina bajêr bibin. Elîf Bûlûtê jî destnîşan kir ku têkoşîna jinan a bi hev re girîng e û got: “Desthilat armanc dike ku destkeftiyên jinan ji destê wan bigirin, bike yek tîp, kesên li dijî wê têxe girtîgehê û em jî li dijî vê têdikoşin. Em li dijî zextan di nava xeta têkoşînê de ne. Dîtina we ya li vê derê, di nava xeteke têkoşînê de me keyfxweş dike.”   PIŞTEVANIYA BI DEM PARTIYÊ RE    Jinên Pêşverû jî ji bo ew kirin mevan spasiyên xwe pêşkeşî DEM Partiyê kir. Jinan bal kişand ku hevdîtina wan a bi DEM Partiyê re girîng e û qala siyasetmedarên di girtîgehê de kir. Jinan destnîşan kirin ku li dijî zextên jin pê re rûbirû dimînin dê di nava piştevaniyê de bin.    TÊKOŞÎNA HEVPAR    Jinên Pêşverû gotin ku ji sala 2019’an ve li ser plana çalakiyeke hevpar û zayendiya civakî disekinin û li dijî feraseta serwer girîngiya têkoşîna hevpar destnîşan kirin.