Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin 2024-06-29 15:09:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo girtiyên nexweş Mehmet Edîp Taşar, Îbrahîm Tekîn û Firat Nebîoglû daxuyanî hatin dayîn û hişyariya “jiyana wan di bin xetereyê de ye” hat kirin.  Çalakî û daxuyaniyên ji bo girtiyên nexweş ku nayên tehliyekirin, vê hefteyê jî berdewam kirin. Rêveberên ÎHD’ê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê daxuyanî dan û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş.    STENBOL    Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê di hefteya 640’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê li dar xist. ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar ê 68 salî ku li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) tê ragirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û pankart û dovîz hatin hildan.    Endama ÎHD’ê Mukaddes Şamîloglû daxuyanî xwend û da zanîn ku girtiyên nexweş nayên berdan û terkî mirinê hatine kirin. Şamîloglû mirina Şefîk Esen û Yildirim Han ên di hefteyek dawî de li girtîgehan mirin bi bîr xist û van mirinan wek “cînayet” pênase kir. Şamîloglû da zanîn ku girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar du caran li girtîgehê krîza dil derbas kiriye û tevî hemû daxwazan jî nayê berdan û xwest demildest bê berdan.    ÎZMÎR    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya ku ji du hefteyan carek li dar dixe, di hefteya 292’yemîn de çalakî li dar xist. Çalakî li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê pêk hat û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Îbrahîm Tekîn (66) ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê tê ragirtin. Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend û diyar kir ku Îbrahîm Tekîn ji sala 1994’an ve girtî ye û di sala 1995’an de jî cezayê muebedê lê hatiye birîn. Çîçek da zanîn ku gelek nexweşî li Tekîn peyda bûne û xwest tedawiya wî bê kirin û tavilê were berdan.    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ENQERE   Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî li Enqereyê di hefteya 512’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê çalakî li dar xist. Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Nebîoglû yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê. Yazmaci bi bîr xist ku Firat Nebîoglû yê 24 salî di sala 2017’an de hatiye girtin û da zanîn ku ji ber nexweşiyên li Firat Nebîoglû peyda bûne jiyana wî di bin xetereyê de ye. Yazmaci xwest demildest Nebîoglû bê berdan.