Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike 2024-06-29 14:38:49   WAN - Li navçeya Rêya Armûşê komekê, di saetên şevê de çop li kolanan belavkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê têkildarî vê yekê wiha got: “Tê xwestin ku îmaja ‘şaredarî naxebite’ bidin avakirin.”   Li Wanê hin koman bi şev çopên ku li cihên komî ne belavî kolanan dikin û dixwazin îmaja ku şaredarî naxebite bidin belavkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê têkildarî bûyerê hem daxuyanî hem jî dîmen bi çapemeniyê re parve kirin û bang kirin ku lîstikên qirêj bên bidawîkirin. Di daxuyaniya ji aliyê şaredariyê ve hate kirin de wiha hate gotin: “Tîma paqijiyê ya di bin kordîneya Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Hawîrdorê de rastî wan hat, tespît kir ku komeke ji 7-8 kesan pêk tê li Kolana Ûzûn a Mizgefta Haci Osman poşetên çopan çirandine, qûtiyên çopan wergerandine û lewheyên hişyariyê avêtine ser rê.”    ‘ŞAREDARÎ DI BIN GUMANÊ DE TÊN HIŞTIN’    Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku ev rewş gelek caran pêk hatiye û ev tişt hatin gotin: “Weke tê zanîn demeke dirêje li gelemperiyê bajêr û 13 navçeyan xebatên paqijiyê yên hemû arterên bingehîn û kolanên navberan dewrî şaredariyên navçeyan hatine kirin. Li gel vê yekê Şaredariya Bajarê Mezin jî li hemû navçeyan xebatên kordînekirina paqijiyê dimeşînin. Xebatên paqijiyê yên ku me bi baldarî bi koordîneya hemû şaredariyên navçeyan, piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê pêk anîn, mixabin bûn hedefa hin koman. Bi van êrîşên qirêj re Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan hedef hatin girtin û tê armanckirin ku di çavên gel de îmaja ‘şaredarî naxebite’ bê afirandin.”