Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin 2024-06-29 14:34:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Cindirêsê yê dagirkirî ciwanek hat revandin û li welatiyekî jî êrişa hat kirin.    Çavkaniyên xwecih ên ji Efrînê ji ANHA'yê re ragihandin ku ciwanê bi navê Reşîd Semîr Elî (24) hatiye revandin. Li gorî çavkaniyan, Reşîd Semîr Elî bi şev dema ku ji dikana xwe ya firotina pêlavan ya li bajarê Cindirêsê vedigeriya gundê xwe Korayê hat revandin.    Çavkaniyan dan zanîn ku aqûbeta ciwanê hatiye revandin nayê zanîn, lê kesên wî revandine ji bo serbestberdana wî 25 hezar dolar ji malbata wî xwestine.   Her wiha hat ragihandin ku Nîdal Mihemed ê li nêzî Mizgefta Şêx Bekîr bi êrişa penaberên li Efrînê hatine bicihkirin re rû bi rû ma. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Nîdal Mihemed ê ji bajarokê Bilbilê di encama êrişê de ji serê xwe birîndar bûye.