Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir 2024-06-29 14:18:13     MÛGLA - Li navçeya Fethiye ya Mûglayê kesê bi navê Ozcan A. 3 kesan kuşt û 2 kes jî birîndar kir.    Li navçeya Fethiye ya Mûglayê kesê bi navê Ozcan A., xezûrê xwe Şukru Aysu (53) û xesûya xwe Adile Aysu (52) li mala wan a li taxa Kayakoyê bi sîlehê kuşt.    Li gorî îdiayê; kujer paşê li vîlayekê li hevjîna xwe geriyaye û Muhammed Akbaba yê li hewzê paqij dike zeft dike û wî bi giranî birîndar dike. Akbaba rakirin nexweşxaneyê û li vir mir.    Ozcan A. çûye vîlayek din û du kesên navên wan nehat zanîn birîndar kiriye û rakirine nexweşxaneya navçeyê.    Hat diyarkirin ji bo faîl bê girtin xebat û lêpirsîn hatiye destpêkirin.