Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng 2024-06-29 14:01:21 ENQERE - Di civîna MYK ya DEM Partiyê ya dawî de biryar hate dayîn ku kampanyaya “Nan û Edaletê” bê destpêkirin û ji bo “Tifaqa Demokrasiyê” komîsyon bê avakirin.  Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  di 26’ê hezîranê de li navenda giştî civiya. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di civîna MYK’ê de yek ji rojevên sereke bû tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Di civînê de hate destnîşan kirin ku tecrîd dikare “bi rêbaza têkoşîneke bibiryar were rakirin”. Bêedaletiyên di her qada jiyanê de hene hatin nîqaşkirin, ji bo ku bêedaletî ji holê rabe nîqaş hatin kirin ku bi hemû hêzên demokrasiyê re têkoşîneke hevpar bê meşandin.”   KAMPANYAYA ‘NAN Û EDALET’    Krîza aboriyê bû yek ji rojeveke girîng a din a civînê. Di civînê de biryar hate dayîn ku zema li mûçeyê kêmtirîn, mûçeyê teqawîdan û bandora krîza aborî di serdema pêş de di nava rojevên sereke yên partiyê de bin. Di MYK’ê de biryar hate dayîn ku di vê mijarê de bi navê “Nan û Edalet” starta kampanyayekê bê dayîn. Di çarçoveya kampanyayê de di serî de karker û kedkar dê xwe bigihînin her derê.    Di çarçoveya kampanyayê de dê li Mêrdînê “Mitînga çandiniyê” bê kirin. Biryar hate dayîn ku dîroka mitîngê pişt re were diyarkirin.    KOMKUJIYÊN JINAN    Di civînê de qetilkirina 7 jinan a di rojekê de jî hate rojevê. Bal hate kişandin ku êrişên li dijî jinan her ku diçin zêde dibin û hate diyarkirin ku divê li dijî vê li gel rêxistinên jinan têkoşîn were mezinkirin.     BIRYARA KONFERANSA RÊXISTINKIRINÊ     Têkildarî rêxistinkirinê hin biryar hatin girtin. Li gorî vê ewilî di 13 îlonê de Konferasna Rêxistinkirina Jinan dê bê kirin. Pişt re di navbera dîrokên 14 û 15’ê îlonê de Konferansa Rêxistinên Navendî dê bê kirin. Ji bo konferansê di demekî kurt de dê li bajarên ku partî lê bi rêxistine, xebat bên meşandin.   DIBISTANÊN PARTIYÊ VEDIBIN     Biryareke din a girîng ku di civînê de hate girtin jî bû têkildarî Dibistanên Partiyê. Li gorî biryara hate wergirtin dê di vê çarçoveyê de dê rêziknameyek were amadekirin. Ev rêzikname dê pişt re pêşkeşî pejirandina Meclisa Partiyê (PM) bê kirin. Her wiha, eger PM rêziknameyê qebûl bike, wê yekîneyên îdarî, hiqûqî û îstihdamê yên partiyê, ji bo diyarkirina avahiyên ku dibistan lê bên vekirin û perwerde bên dayîn, bikevin nava tevgerê û eger hebin wê kêmasî werin sererastkirin. Heke ev kêmasî ji holê bên rakirin dê dibistanên partiyê di meha îlonê de bên vekirin.    JI BO TIFAQA DEMOKRASIYÊ KOMÎSYON    Di civînê de nîqaşên “tifaqê” jî hatin meşandin. Hate destnîşankirin ku ji bo “Tifaqa demokrasiyê” divê xebat bên meşandin. Her wiha biryar hate dayîn ku MYK di pozîsyona ku dê piştgiriyê bide van xebatan de ye û ji bo ev xebat bên lezandin dê Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bi xwe hevdîtinan bikin. Dîsa biryar hate dayîn ku komîsyoneke têkildar were avakirin.    JI BO ZAROKAN BIRYARA XEBATA BILEZ    Di civînê de encamên şewata di şeva 20’ê hezîranê de li Amed û Mêrdînê derket bi demekî dirêj hate nîqaşkirin. Biryar hate dayîn ku ji ber bi taybetî zarokan di vê pêvajoyê de zirarên cidî girtin ji bo ev zirar bi awayekî bilez ji holê bên rakirin Komîsyona Zarokan a partiyê bikeve nava liv û tevgerê. Komîsyon dê bi rêxistinên sivîl ên civakî yên herêmê re di nav têkilî û piştevaniyê de be.    BIRYARÊN DIN     Di civînê de planên salvegera komkujiyên Madimak û Çorûmê hatin axaftin. Ji bilî vê têkildarî salvegera qetilkirina Vedat Aydin û Alî Îsmaîl Korkmaz plan hatin kirin.     Komîsyona Astengdaran dê di navbera 11 û 14’ê tîrmehê de li Amedê panelekê li dar bixe. Biryar hate dayîn ku MYK di 13’ê tîrmehê de bi boneya salvegera Komkujiya Zîlanê daxuyaniyekê bide.  Wekî din, biryar hat dayîn ku civîna Koordînasyona Jinan a di navbera 12-14’ê tîrmehê de li Îzmîrê bê lidarxistin. Di dema pêş de jî ji bo rojevên girîng plan hatinkirin.   MA / Mehmet Aslan