Dengê Bakurê Sûriyeyê rojnameya Ronahî dest bi weşana rojane dike 2018-05-25 10:31:33 QAMIŞLO – Rojnameya Ronahî ya ku li Bakurê Sûriyeyê bûye dengê gelan dê 3 rojên din dest bi weşana xwe ya rojane bike.  Rojnameya Ronahî li Bakurê Suriyeyê bi kurdî û erebî weşana heftane dikir. Dê ji 28’ê gulanê şûn ve rojane derkeve pêşberî xwînerên xwe. Ronahî di 2011’an de li Helebê bi erebî dest bi weşana xwe kiribû û di 2013’an de jî bi zimanê kurdî û erebî weşana xwe domand. Rojnameyê di 2013’an li Qamişlo weşangeriya xwe domand. Di 2015’an de hefteyê du caran bi erebî û carek bi kurdî weşan kir. Di 2017’an de jî hefteyê du car kurdî weşana xwe kir. Rojname dê ji 28’ê gulanê şûn ve derbasî weşana rojane bibe.    Nêzî 50 xebatkarên rojnameyê hene û li bajarên Qamişlo, Heleb, Kobanê, Hesekê, Dêrik, Minbic, Reqa û Tebqa buroyên wê hene. Hefteyê 8 hezar rojname tên çapkirin û li bendê ye piştî derbasî weşana rojane bibe ev hejmara çapkirinê zêdetir bibe. Rojname hemû geşedanên li Rojilata Navîn, Sûriye û herêmê dişopîne û digîhîne ber destên xwîneran. Ji edîtorên rojnameyê Zozan Elî bi bîr xist ku wan di 2011’an de dest bi weşana rojnameyê kiriye û di bin şertên zor de rojnameyê derxistine.    EREBÎ Û KURDΠ   Elî destnîşan kir ku heta 2013’an bi derfetên zehmet rojname derdixistin û ji ber komên rejîmê û selefi êrîşî cihê weşana xwe dikir ji neçarî cihê xwe veguhezandin Qamişlo. Elî bi bîr xist ku rojnameyê ewil bi erebî dest bi weşanê kir û got: “Pişt re me kurdî jî dest bi weşanê kir. Ji ber şer û kêmasiyên teknîkî di warê pêşxistina rojnameyê de em dereng man. Tiştên li Bakurê Sûriyeyê diqewimîn rewşek din a civakî afirand. Me viya dişopand û bi gel re parve dikir. Her sal daxwaza rojên weşandinê zêde dibû. Ewil me hefteyê carek diweşand û piştî vê daxwazê me hefteyê du roj çap kir.”    JI HEFTEANE BER BI ROJANE VE    Elî da zanîn ku ew bi pêvajoyek siyasî û leşkerî re hevrû mane û şerê li Sûriyeyê bi hemû giraniya xwe didome û bi vê re girêdayî jî kar dikeve ser milê rojnamegeran. Elî got: “Êdî em ê piştî 28’ê gulanê rojane rojnameya xwe biweşînin. Em banga vê li her kesî dikin.”    ‘DENGÊ BAKURÊ SÛRIYEYÊ YE’    Elî anî ziman ku berê li Sûriyeyê kevneşopiyek micid a çapemeniyê nîn bû û heya mirovan ji pêşketin û qewimandinan çênedibû. Elî diayr kir ku bi destpêkirina şoreşa li Bakurê Sûriyeyê re rewşa berê guherî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ajans, rojname û televîzyon li vir kêm bûn. Tenê televîzyonek û ajansek aidî rejîmê hebû. Ew jî tenê li herêma rejîm lê zêde bû weşanê dikir. Heke ku ewqas rojnamegerî li vir li pêşketibe bi saya şoreşê ye. Ji ber vê yekê rojnameya Ronahî dengê vî gelê ku şoreşê afirandiye ye.”    MA / Nazim Daştan