Zeynep Kinaci hat bibîranîn 2024-06-28 18:59:42   ŞIRNEX - Li Silopiyayê Zeynep Kinaci hat bibîranîn.   Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA), Zeynep Kinaciyê (Zîlan) di 28'emîn salvegera mirina wê de bibîr anî. Bîranîn li avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Silopiyê hat li darxistin. Rêxistinên DEM Partiyê yê navend û navçeyan, rêxistina DBP'ê ya Şirnexê,Meclîsa Dayikên Aşitiyê û gelek kes tevlî bûn.    Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtine sînevîzyona ku jiyan û têkoşîna Kinaciyê vedigot hat temaşekirin.   Piştî sînevîzyonê klam hatin gotin. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bûn.