Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû 2024-06-28 16:23:46   RIHA - Danişîna doza ku Şervan Gulel ê Hasret Tûtal qetil kir jinûve tê darizandin, ji ber bavê faîl ê diviyabû weke şahid were guhdarkirin nehat danişîn taloqî 27’ê îlonê hate kirin.    Li taxa Akpiyar a navçeya Karakopru ya Rihayê di 7’ê cotmeha 2021’ê de Şervan Gulel (34) bi demançeyê Hasret Tûtal qetil kiribû. Piştî ku 15 sal cezayê hefsê yê li Şervan Gulel hatibû birîn ji aliyê îstînafê ve hate xera kirin, biryara darizandina jinûve hatibû dayîn. Danişîna duyemîn a dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hate lidarxistin. Ji bilî malbat û parêzerên Tûtalê endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û endamên Platforma Jinan a Rihayê tev li danişînê bûn. Faîlê ku girtî tê darizandin jî tev li danişînê nebu.    Bavê faîl Şeyhmûs Gulel ku di danişîna dawî de biryar hate dayîn ku weke şahid bê guhdarkirin, tev li danişînê nebû. Li ser vê yekê şandeya dadgehê biryar da ku Şeyhmûs Gulel bi darê zorê bê anîn û rewşa girtinê ya faîl bidome û danişîn taloqî 27’ê îlonê kir.