Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin 2024-06-28 16:07:22   STENBOL - Pinar Selek di doza Sûka Misirê de cara 6’emîn e tê darizandin. Biryara hate dayîn ku biryara têkildarî girtina Selek bidome.    Di sala 1998’an de li dijî Sûka Misirê êriş pêk hat. Di êrişê de 7 kes mirin û 127 kes jî birîndar bûn. Civaknas Pinar Selek bi îdiaya vê êrişê dê cara 6’emîn were darizandin. Li ser îfadeyên kesê bi navê Abdulmecît Ozturk, carekê cezayê muebbeta giran û 4 caran jî biryara beraetê ji bo Selek hate dayîn. Lê piştî ku doza encambûyî hate betalkirin, dîsa hate lidarxistin. Danişîna dozê li 15’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Gelek parêzerên tirkiyeyî û fransayî tev li danişînê bûn. Her wiha parvê Pinar Selek parêzer Alp Selek û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn.    Wezareta Karên Hundir ji dadgehê re nivîsek şandibû û îdia kiribû ku Selek tev li çalakiya PKK/KCK’ê bûye. Parêzerê Selek, Bahrî Belen da zanîn ku çalakiya behsa xeberê di 11’ê nîsana 2024’an de ji hêla zanîngehên Fransayê yên girêdayî Wezareta Çandê ya Fransayê ve hatiye lidarxistin.    Şandeya dadgehê ji bo Selek biryara girtinê û ji bo Abdulmecît Ozturk jî înfazkirina biryara girtinê da. Danişîn taloqî 7’ê sibata 2025’an hate kirin.