Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan 2024-06-28 15:05:50   STENBOL - Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan.      Ji kesên ku ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a li Taksîmê li Saraçhaneyê kom bûn û ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û piştre hatin girtin, 11 kes hatin berdan. Li ser îtiraza parêzeran dadgehê biryara berdana 11 kesan da. 41 kesên ku bi heman hincetê hatin girtin hê jî di girtîgehê de ne.