Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin 2024-06-28 14:47:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmenên nû yên êrişa grûbek ku gefa kuştinê û heqaretê li jinên ketine hewzê dixwe derketin holê.    Li Doga Evlerî yên li navçeya Peyasa Amedê duh grûbek zilam, heqaret li jinên ku ketin hewza sîteyê kirin û erişî wan kirin. Vê grûba êrişkar deriyên hewzê li ser zarokan girt. Kesek ji nav grûbê, gef li jinan xwar û got, “Me bav û kalê we kuştiye, hê gorên wan nediyar in, hûn bi kî re diaxivin.” Her wiha vî êrişkarî vê gefê li jinan xwar: “Wê îro kes ji vir sax dernekeve.” Li gorî ku şêniyên sîteyê diyar dikin; ev kesên êrişkar HUDA-PAR’î ne.    Dîmenên nû yên wê grûba êrişkar derketin holê. Di dîmenan de tê xuyakirin ku êrişkar şezlongên hewzê  diavêjin avê û hin cihan dirûxînin.    ÊRIŞÎ DIKAN Û ŞAHIYA DANSÊ JÎ KIRIBÛN    Êrişên grûbên HUDA-PAR’î di demên dawî de zêde dibin. Grûbek HUDA-PAR’î di bin navê bertek nîşanî Îsraîlê bidin, şeva 22’yê hezîranê êrişî dikanên şaxên Starbucks û Burger Kingê yên Amedê kiribûn. Ji wan êrişkaran 16 kesên hatibûn binçavkirin, hemû di heman rojê de hatin berdan.    Grûbek HUDA-PAR’ê di 9’ê hezîranê de li Parak Temayê ya Amedê êrişî şahiya dansê ya SwingAmedê kiribû û hin çalakvanên dansê birîndar kiribûn.    Dîsa grûbek HUDA-PAR’ê di 23’yê cotmeha 2023’yan de li ber Ceylan AVM’ê kom bûbûn û êrişî şaxa Starbucksê ya di hundirê AVM’ê de kiribûn.