Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin 2024-06-28 14:02:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin. Zem dê ji 1’ê tîrmehê ve derbasdar be.    Saziya Sazûmaniya Piyasaya Enerjiyê (EPDK) ragihand ku ji sedî 38 zem li ceyranê kiriye. Li gel vê zemê ji bo abonetiyeke malê ya 100 kWh ceyranê xerc dike, biha bû 207,23 lîre.    Di daxuyaniya hate dayîn de hate ragihandin ku ji bo malan ji sedî 38, ji bo koma aboneyên xebatên çandiniyê ji sedÎ 30, ji bo kademeya kêm a koma aboneya sektora xizmetên taybet û cemaweriyê ji sedî 38 û ji bo kademeya bilind jî ji sedî 20 zem hate kirin.