Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn 2024-06-28 13:30:48   EDENE - Li navçeya Seyhanê Çawişê Pispor Gokhan Çelîk, Hatîce Çelîk a di asta dest ji hev berdanê de bû qetil kir, zavayê xwe Mûrat Akdoker jî bi girînî birîndar kir. 2 welatiyên ku wê kêliyê ji riyê derbas dibûn jî ji fîşekên riyê pêkiyane birîdar bûn. Faîlê polîs ji piya birîndar kiriye jî reviya.    Hatîce Çelîk derbarê Çawişê Pispor Gokhan Çelîk (27) ê di asta dest ji hev berdanê de bûn biryara dûrxistinê da girtin. Çawişê Pispor derdora saet 12.30’an de li navçeya Seyhana Edeneyê bi çekê êrişî Çelîkê kir. Çawişê Pispor bi Hatîce Çelîk a di wesayîta Mûrat Akdoker re bû, ket nîqaşê. Dema Çawişê Pispor Gokhan Çelîk çekê xwe ji ber xwe kir Hatîce çelîk ji wesayîtê daket û reviya. Gokhan Çelîk, Gatîce Çelîk û Mûrat Akdoker bi çekê birîndar kir. Fîşekên ji cadeyê pêkiyane jî 2 welatiyên ji riyê derbas dibûn birîndar kirin û li wesayîta polîsan ketin.    FAÎLÊ JI LINGÊ XWE BIRÎNDAR BÛYE REVIYA    Tîmên polîsan ên mudaxileyî bûyerê kirine, Çelîk ji piyan birîndar kirin. Gokhan Çelîk bi halê xwe yê birîndar reviya. Hatîce Çelîk jiyana xwe ji dest da û zavayê wê Mûrat Akdoger, 2 kesên ji guleyên cadeyê pêkiyane û birîndar bûne jî rakirin nexweşxaneyê. Hat destnîşankirin ku rewşa Akdoker ê di servîsa lênêrîna awarte de ye giran e.     Hat zanîn ku zarokekî Hatîce Çelîkê jî heye.