Amedî: HDP rizgariya gelan e 2018-05-25 09:19:51 AMED – Amediyan diyar kir ku herî zêde di serdema AKP’ê de şideta li ser jinê zêdetir bûye, betalî zêde bûye û krîza aborî çêbûye û gotin, ew ê dengê xwe bidin HDP’ê.  Amediyan, destnîşan kir ku ew ê di 24’ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP’ê û namzetê wê yê serkomariyê Selahattin Demirtaş.    'TENÊ HDP DOZA AŞTIYÊ DIKE’    Vedat Tutulmaz, diyar kir ku ew ê dengê xwe bide HDP’ê. Tutulma diyar kir ku tenê HDP doza aştiyê dike. Tutulmaz bal kişand ser girtina Selahattin Demirtaş û destnîşan kir ku ev “rûreşiya vî welatî” ye. Ferît Çelîk jî anî ziman ku wî heta niha dengê xwe nedaye AKP’ê û got: “AKP aramiyê nayîne. Niha ji ber qedexeyan nikarim biçim gundê xwe. Ji bo jiyaneke aram ez ê dengê xwe bidim HDP’ê.”    Her wiha Çelîk anî ziman ku divê Selahattin Demirtaş bê berdan û hemû namzet bi awayekî azad propagandaya xwe bikin.     ‘JI BER KU MIN TEMSÎL DIKE DENGÊ XWE DIDIM HDP’Ê’    Mehmet Zekî jî diyar kir ku ji ber ku HDP wî û gelê Amedê temsîl dike, ew ê dengê xwe bide HDP’ê û bertek nîşanî girtina Demirtaş da.    ‘JI BO WELATEKÎ HÎN DEMOKRATÎK HDP’    Îrfan Yilmaz jî anî ziman ji bo jiyaneke wekhev ew ê dengê xwe bide HDP’ê û got: “Ji bo jiyaneke baş û perwerdehiyeke demokratîk ez ê dengê xwe bidim HDP’ê.” Mehmet Demîrcan jî diyar kir ku tekane partiya ku guh dde pirsgirêkên gel û ji bo gel dixebite HDP ye û ew ê dengê xwe bide HDP’ê.    ‘HDP RIZGARIYA GELAN E’    Hatîce Tekdal jî, destnîşan kir ku HDP ji bo aştî û azadiyê têdikoşe û got: “Di 16 salên îktîdara AKP’ê de min ji bilî kuştina jinan tu tişt nedît. Me di vê serdemê de şidet, kuştin, krîza aborî û betalî dîtin. Lê HDP têkoşîna hevpar a hemû gelan e û rizgariya hemû gelan e.”    'DIVÊ KURD DENGÊ XWE BIDIN PARTIYA XWE’    Haci Nasir jî, anî ziman ku wî heta niha ji bilî HDP’ê deng nedaye tu partiyê û ji ber ku mafên gelê kurd diparêze ew ê div ê hilbijartinê de jî dengê xwe bide HDP2ê. Nasir, got divê kurd dengê xwe bidin partiya xwe. Mehmet Gormez jî, ew ê ji bilî HDP’ê dengê xwe nede tu partiyê, lewra tenê ew aştiyê diparêze.    Yaşar Gurmez jî got, di dema AKP’ê de kurd tim hatine qetilkirin û got: “Vaye hûn dibînin Efrînê serobino kir. Evqas ciwan, evqas mirov mirin. Li hemberî van polîtîkayan ez ê dengê xwe bidim HDP’ê.”