Hewl dide bi laçika spî biçe Meclîsê 2018-05-25 09:18:24 ÎZMÎR – Yek ji namzetên HDP’ê yên Îzmîrê jî Cemîle Aydin (68) e. Aydin Dayika Aştiyê ye. Aydin, anî ziman ku divê dayikên kitanspî li Meclîsê bin û divê kesên aştîxwaz hemû li dor HDP’ê bicivin.  HDP’ê li Îzmîrê Dayika Aştiyê Cemîle Aydin (68), li herêma duyemîn kir namzeta parlementeriyê. Aydin 45 sal berê ji ber çewisandinên dewletê li Îzmîrê bi cih bûye. Yek jê berasteng 10 zarok û gelek neviyên Aydinê hene.    Aydin, diyar kir ku ew li hemberî zilma ku bi salan e li ser gelên Tirkiyeyê û dayikan tê kirin daxilî siyasete bûye û ji bo pêşerojeke azad û wekhev siyaseta di bin banê HDP’ê de girîng e.    ‘ÇI LI MECLÎSÊ ÇI LI DERVE EZ Ê TIM BITÊKOŞIM’    Aydin, diyar kir ku ew bi salan e têdikoşe û ji niha û pêve jî çi li Meclîsê û çi jî li derve ew ê tim bitêkoşe. Aydin bal kişand ser çewisandinên li ser gelê kurd û got: “Ne ji bo ku ez meaşê dewletê û tiştekî din bistînim bûme namzet. Sedem ew e, ez li kursiyê behsa aştiyê bikim. Li welatê me her diçe mirin zêde dibe. Ji ber vê bûm namzet. Em li ser navê Dayikên Aştiyê em doza aştiyê dikin. Em dixwazin di vî warî de bibin dengê gelê xwe.”    ‘DÊ HDP DI 25’Ê HEZÎRANÊ DE BI HÊVIYEKE MEZIN ŞIYAR BIBE’    Aydin, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi navê edalet û aştiyê tiştek tune ye û bal kişand ser girtina Namzetê Serkomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş.    Aydin anî ziman ku êdî ew dixwazin edalet pêk bê. Aydin diyar kir li ser partiya wan gelek çewisandin û astengî hene, lê belê dîsa jî ew ê bi ser bikevin. Aydin diyar kir ku dê HDP di 25’ê Hezîranê de bi hêviyeke mezin şiyar bibe.    ‘JI BO AŞTÎ Û JIYANEKE AZAD’    Aydin, got ji bo vê yekê jî divê di serî de hemû dayik û bi giştî herkes li dor HDP’ê bicive. Aydin bi bîr xist ku kitana spî sembola aştiyê ye û got: “Em dixwazin bi kitanên spî biçin Meclîsê. Em ê heta hetayê doza aştiyê bikin. Çi dibe bila bibe em ê heta dayiyê aştiyê bilind bikin.” Aydin diyar kir ku ji ber ku aştî jiyaneke azad e, wan serî li vê riyê daye û got: “HDP, hemêza xwe ji hemû deng, ol, ziman û çandan re vedike. Ji bo em bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin em têdikoşin. Em dixwazin zarokên me bi çanda xwe mezin bibin.”    Aydin, diyar kir ku di civakê de herî zêde jin kedê didin û got: “Bila gelê me dengê xwe bide xwe. Bila xwe nas bikin. Çawa ku Suleyman Demirel û Tansu Çiller çûn, dê ev îktîdar jî biçe. Qedexekirin ê partiyê bêtir li ser piya dihêle. HDP, partiya dayik û zarokan e. Loma em ê bi ser bikevin. Em ê hêviyê bilindtir bikin.”