Ji Leyla Guvenê ji bo Îmraliyê ji 16 balyozxaneyan re name 2024-06-26 22:03:50   ENQERE - Siyasetmedar Leyla Guven ku di girtîgehê de ye, ji bo 16 nûnertiyên sefaretxaneyên Enqereyê name şand û di nameyan de diyar kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd demildest bikevin nava tevgerê.   Siyasetmedara girtî Leyla Guven ji bo 16 nûnertiyên sefaretxaneyên Enqereyê name şand û di nameyan de diyar kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd demildest bikevin tevgerê û bi muxatabê esas Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re diyalog bê danîn.   Heveroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) ya berê Leyla Guven ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê nameyeke şand. Guven nameya nivîsî, ji bo 16 nûnertiyên seferatxaneyên Enqereyê şand û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bang li nûnertiyên dîplomasiyê kir. Guven di nameya xwe de da zanîn ku çareseriya aştiyane ji Îmraliyê derbas dibe û got hewcedarî bi pêvajoyek nû ya çareseriyê heye.   ‘MUXATAB OCALAN E’   Guven di nameya xwe de da zanîn ku divê ji bo aştiyê berpirsyarî bê girtin û divê pêvajoyek nû bê destpêkirin û wiha got: “Di serî de li Îmraliyê û hemû girtîgehan tecrîdek giran heye. Heta ku ev binpêkirin û êşkence bi dawî nebe pêvajoyek nû jî nayê destpêkirin. Dema welatê Kurdan li çar paçeyê hat veqetandin berpisyariya we heye. Demildest rol bigirin. Navnîşan Îmraliye. Mutaxabê esas Abdullah Ocalan e.”   Sefaretxaneyên name jê re hatine şandin wiha ne:    "Sefaretxaneya DYA’yê ya Enqereyê, Sefaretxaneya Almanyayê ya Enqereyê, Sefaretxaneya Avusturya ya Enqereyê, Sefaretxaneya Belçîkayê ya Enqereyê, Sefaretxaneya Îngîlîstanê ya Enqereyê, Sefaretxaneya Danimarkayê, Sefaretxaneya Fransayê, Sefaretxaneya Finlandiyayê, Sefaretxaneya Hollanday, Sefaretxaneya Ispanyayê, Sefaretxaneya Swêdê, Seferatxaneya Îtalyayê, Sefaretxaneya Kanadayê, Sefaretxaneya Norveçê, Sefaretxaneya Portekîzê, Sefaretxaneya Yewnanîstanê."