Li Cenevreyê li dijî tecrîdê meş 2024-06-26 21:59:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên ku li Cenevreyê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşiyan bang li saziyên navneteweyî kirin û gotin, “Qanûnên xwe bi cih bînin.”   Kurdistaniyên li Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” li Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) li hev civiyan û heta Ofîsa NY’ê meşiyan.   Di meşa ku bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) hate lidarxistin de, ji bo azadiya Abdullah Ocalan dirûşme hatin berzkirin.   Meş li qada Natîons ku Ofîsa NY’ê lê ye bi dawî bû û mitîng hat lidarxistin.Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel axivî û bi bîr xist ku tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, di meha 39'an de ye û wiha got: “Rêber Apo bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê pêşengiyê ji gelên cîhanê re dike. Tecrîda li dijî Rêbertiya me li dijî paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo ye.”   Îbrahîm Yuksel bal kişand ser qirkirinên li ser gelê Kurd û anî ziman ku desteserkirina şaredariyan qirkirineke siyasî, civakî û çandî ye.   Îbrahîm Yuksel bi bîr xist ku berxwedana zîndanan a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike û wiha got: “Nobeta azadiyê ya ji bo Rêber Apo hatiye destpêkirin, li Strasboûrgê sala 12’emîn, li Cenevreyê jî sala 3’emîn li pey xwe hişt. Em careke din bang li Komîteya Pêşîlêgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê û hemû saziyên navneteweyî dikin; Qanûnên xwe bi cih bînin, dev ji erêkirina pergala qirkirin û êşkenceyê ya dewleta dagirker berdin.”   Piştî axaftina Îbrahîm, metna daxuyaniyê ya zimanê  Fransî ku li ser navê CDK-S’ê hatibû amadekirin, ji aliyê Ramazan Baytar ve hate xwendin.   Li ser navê Dîwana Hevserokatiyê ya KCKD-E Mehmet Aslan jî wiha got: “Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe em ê li qadan bin. Divê êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.”