OHD: Di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tecrît û tundî zêde bû 2024-06-26 16:54:54   STENBOL - Şeyma Onal a OHD’î destnîşan kir ku di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tecrît, tundiya fîzîkî û derûnî zêde bûye û wiha got: “Divê tecrîda derveyî hiqûqê ya li ser Abdullah Ocalan tê sepandin were rakirin, gav bên avêtin.”   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê derbarê 19 serdanên xwe yên di navbera mehên çile û hezîranê yên li Herêma Marmarayê de pêk anîne daxuyanî da. Di daxuyaniya li avahiyê komleyê hatiye dayîn de pankarta “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hate vekirin    Endama Komîsyona Girtîgehan Şehyma Onal di daxuyaniyê de aixvî û destnîşan kir ku di demên dawî de polîtîkayên li dijî gel hişk bûne, rewşa girtîgehan girantir kiriye. Onal da zanîn ku di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tecrîd, tundiya fîzîkî û derûnî zêde bûye û wiha got: “Divê dewlet peymanên ku îşkenceyê qedexe dikin bidin ber çavan û pêşî li îşkenceyê bigin. Ev yek pêdiviyekî berpirsyariya dewletan a çalak e.    WEŞANÊN QEDEXE   Onal bi bîr xist ku weşanên qek rojname û kovar ji hêla îdareyên girtîgehan bi awayekî keyfî tên qedexekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Taybetî jî nameyên girtiyan ên bi kurdî tên nivîsandin nayên şandin, nameyên kurdî yên ji girtiyan re tên şandin nayên dayîn û ev yek cihêkariya li dijî zimanê kurdî ya li girtîgehan tê meşandin nîşan dide.”    Onal bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û da zanîn ku mafê girtiyan ê dermankirinê tê astengkirin, pêvajoyên wan ên muayeneyê rêk û pêk nayên meşandin.    LÊGERÎNA TAZÎ   Onal diyar kir ku di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de lêgerîna tazî li gelek jinan tê ferzkirin. Onal lêgerîna tazî ya mehekî berî niha li rojnameger Esra Solîn Dalê hatibû ferzkirin bi bîr xist û wiha pê de çû: “Tevî ku daxwaz jî kir demekî dirêj wê nebirin cem girtiyên din, bi tena serê xwe di qawişa yekkesî de hat ragirtin, têkildarî ragirtina xwe gelek caran ji rêveberiya girtîgehê û Wezareta Dadê re serlêdan kirin jî derbarê pêvajoyê de tu agahî nehatin girtin, hatiye gotin ku daxwazên bi devkî û nivîskî ji hêla îdareya girtîgehê ve hatine piştguhkirin.”    ‘DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN’   Onal bi bîr xist ku derbarê 7 girtiyan de ji ber di nameyan de gotine “Rêberê Gelê Kurd”  cezayê“ astengkirina ji amûrên ragihandinê girtine, domandina kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi bîr xist û wiha derbirî: “Daxwaza girtiyan ew e Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî yên bûye alîgir tevbigere, di çarçoveya mafên bingehîn ên bi Destûra Bingehîn û Qanûna Cezayê Înfazê hatine parastin, tecrîda bêhiqûqî ya ser Abdullah Ocalan were rakirin, hevdîtina bi parêzer û malbatê re were pêkanîn. Li ser girtiyên siyasî binpêkirinên mafan ên giran tên sepandin, sepanên tecrîdê zêde bûne, tundiya fizîkî û derûnî ya li girtîgehan zêde bûye û encamên giran ên ji ber nedîtina malbat û xizmên xwe di holê de ne. Lewma hêj ku girtî bêhtir rastî binpêkirina mafan neyên, ji bo çalakiyan li girtîgehan didome dawî bibe, tecrîda ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin divê gav werin avêtin.”