Şêniyên Kelekê bertaka ‘dewlet tunebû’ nîşanî şandeya AKP’ê dan 2024-06-25 16:14:43   MÊRDÎN - Cîgira Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Sevîm Sayim di şîna qurbaniyên şewatê de got, “dewlet kêliya ewilî mudaxile kiriye.” Welatiyan nerazîbûn nîşanî Sayim û şandeya AKP’ê da û gotin: “Dewlet jî helîkopter jî tune bû.”    Cîgira Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Sevîm Sayim Madak, Parlmanetera AKP’ê ya Amedê Sûna Kepoglû, Qeymeqamê Şemrexê Mustafa Gormuş û rêveberiya Serokatiya AKP’ê ya Amedê, çûn serdana şîna 10 qurbaniyên li gundê Kelekê ya Şemrexa Mêrdînê.    PARLAMENTERA AKP’Ê JI NERAZÎBÛNÊ ACIZ BÛ    Cîgira Wezîr Sevîm Sayim Madak di şînê de axivî û got: “Dewlet di saetên ewil de ji bo mudaxileyê hat. Dewlet seferber bû.” Gundiyan nerazîbûn nîşanî Madak dan û gotin: “Alîkarî tunebû, ambulans tunebû, helîkopter tunebû, dewlet tunebû.”    Her ku çû nerazîbûnên gundiyan zêde bûn û parlamentera AKP’ê Sûna Kepoglû li ser vê yekê ji nerazîbûnan aciz bû û xwest ku rojnamevan dîmenan negirin.    JINAN JÎ NERAZÎBÛN NÎŞAN DAN    Li konê şînê ku ji bo jinan hatiye danîn jî nerazîbûn nîşanî şandeya AKP’ê hat dayîn. Şandeya AKP’ê got: “Ji ber ku helîkoptera şevê nebû, helîkoptera vemirandina şewatê nehat.” Jinên gund nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Hemin hûn nehatin vemirandinê, we ji bo miriyên me helîkopter bişanda.”    Şandeya bertek nîşanî wê hat dayîn, neçar ma ku şînê terk bike.