ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-10-14 09:00:27   *Parlementera CHP'ê yê Manîsayê Tur Yildiz Bîçer, diyar kir kur cotkarên tirî mecbûr mane tiriyên xwe di biniya maliyetê de bifiroşin. Bîçer dest nîşan kir ku di piyaseyê de ne cotkar spekulator buhayan diyar dikin.    *Fatîh Şahîn, ferşikên ku li qeraxa Gola Wanê û çemên herêmê berhev dike, fîgur û şiklên cuda li ser wan çê dike û paşê wan diyarî heval û nasên xwe dike.    *Şêniyên mezrika Kêrîser a girêdayî gundê Dêzê ku tim liv û tevgera SÎHA û Heronan lê heye, ji ber tirsa ku dê bibin hedef nikarin li heywanên xwe yên ku ji mezrikê dûr ketine jî bigerin.    *Ji ber ku bi KHK’ê “biryara sînordarkirinê” derket pêşiya parêzeran, parêzer nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê çê bikin. Parêzer Îlknûr Alcan diyar kir ku ev pêkanîn ewil li Îmraliyê xistine meriyetê û dê ev pêkanîn îşkenceyê berbelav bike.    *Ava ku ji Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê diherike malên li Fîskayayê, rê li ber rewşên talûke vedike. Welatiya bi navê Belkiz Sayili, anî ziman ku ji ber ava diherike mala wê rutûbet girtiye û ev pirs kir: “Zinarên ku ji ber avê bûne wek qenalan, talûkeyê didin der. Kevir sist dibin û bi ser malan de dikevin. Neviyên min tim li baxçe dilîzin. Heke kevir bi ser zarokan de bikevin, dê kî hesab bide?”   *Ji gundiyên ku li Şapatanê îşkence li wan hat kirin, 7 jê zarokên Fatma Şengul in. Fatma Şengul jî hevjîna cerdevan Siddik Şengul e ku di sala 1994’an de tevî 11 cerdevanan hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehatibû wergirtin. Şengul ku jiyana wê di nav xizanî, koçberî û îşkenceyê de derbas bûye wiha got: “Ne cerdevantiya hevjînê min û ne jî hatina me ya vî gundî tu tişt neguherand.”    * Rêxistina HDP’a Mêrdînê dê 2’yemîn Kongreya xwe ya Awarte li Otela Mezin a bajêr li dar bixe. Parlamenter Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim jî beşdar bibe. (11.00)   *Dayîkên Şemiyê bi dirûşmeya “Kujer diyarin winda li ku ne", dê di hefteya 655’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)    *Şaxa ÎHD’a Îzmîr dê di çalakiya xwe ya "Bila Winda bê dîtin, kujer bên darizan” û “Ji bo girtiyên nexweş azadî” di hefteya 402’yan de, balê bikişîn in ser rewşa girtiyên nexweş.(13.00)   *Şaxa ÎHD’a Edeneyê dê li avahiya xwe ji bo Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu ku di 14’ê Cotmaha 2014’an de li Taxa Şakirpaşa ya nevçeya  Seyhana Edeneyê di dema rojname belav dikir de, bi çekê hat qetilkirin, daxuyaniyê bide. (13.00)   *Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 290’î de çalakiya “Rûniştina F” li Qada Galatasarayê pêk bîne. (13.30)    * "Sempozyûma  rêveberiyên herêmî û Fîkrî Sonmez” li Otela Taksîm Hîlle dê bê lidarxisitn. (10.00-17.00)    * Meclîsa Jinan a HDP’ê, dê bi ser navê  “Netewperestiya Artêşparêzî ya Zayendparêz a Medyayê” li Otela Taksîm Hîlle komxebatekê li dar bixe. (12.00-19.00)    *Xizmên windan û ÎHD dê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li avahiya Şaxa ÎHD’a Amedê çalakiya rûniştinê li dar bixe.  (12.00)