Tirkiye leşkeran sewqî Amediyeyê dike 2024-06-25 08:53:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku dewleta tirk konvoyeke ji 40 wesayîtên zirxî pêk tê sewqî bajarê Amediyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê kir.    Êrişên dewleta tirk ên bi alîkariya PDK’ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Dewleta tirk ku amadekariya êrişeke berfireh dike, şevê din 40 wesayîtên bizirx sewqî Herêma Federe ya Kurdistanê kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê; wesayîtên ku çekên giran jî lê barkirî bûn, li ser rêya Dihokê ber bi Amediyeyê ve çûn.    Hat ragihandin ku dewleta tirk di nava 3 rojên dawî de gelek çekên giran û wesayîtên zirxî li Herêma Federe ya Kurdistanê bi cih kiriye.