Midûrê wargeha 12 xwendekar lê şewitîn: Min gundên mehrûm û xizan hilbijartin 2018-05-24 14:21:06   EDENE - Parêzerên bersûcên danişîna facîaya Aladag, TEDAŞ û agirkuj sûcdar kirin. Midûrê wargehê Cuma Alî Genç di parastina kir de got ku: “Min gundên mehrûm, reben û nemimkûn ên Aladagê hilbijartin. Ez bixwe li gundan geriyam û min xwendekar kom kirin.”    6’emîn danişîna facîaya şewitandina 11 jê xwendekar 12 kesên jiyana xwe ji dest dan û 22 xwendekar jî birîndar bûn a Wargeha Xwendekarên Aladag a aîdê Cemaeta Suleymaniyan a navçeya Aladag a Edeneyê li Dadgeha Cezayê Giran a Kozanê hat dîtin. Ji ber ku salona Dadgeha Cezayê Giran a Kozanê teng bû, danişîn li Odeya Bazirganî ya Kozan hat dîtin. 2 jê girtî ji 4 bersûcên facîayê re ji her yekî re 15 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Bersûcên girtî Midûrê Wargehê Cuma Alî Genç û Serokê Komeleya Alîkariya Daxwazên Dibistan û Qursên Aladagê Îsmaîl Ugur, bersûcên ne girtî Mahîr Kiliç, Mahmut Denîz, Mustafa Oztaş, Ramazan Keleş, Ramazan Dede, Mehemt Îpek, Zekî Yilmaz, Midûrê Perwerda Mîllî yê Aladag ê berê Mehmet Aktaş, Davut Gokçelî, Ramazan Ari, Cîhan Unal û Bayram Adin, malbatên mexdûran, xizmên bersûcan û parêzerên her du aliyan beşdarî danişînê bûn.   Berî danişînê malbatên mexdûran û rêveberên Komeleya Mafên Civakî (SHD) daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatan daxwazên xwe yên edaletê dûrbare kirin û got: “Em dixwazin  bersûcên hatin berdan dîsan bên girtin. Piştî bûyerê em hevdîtin bi Midûrê Perwerdê yê Mîlî yê Edenê Mustafa Altinsoy re hevdîtin kir û ji me re got ‘Ger zarokên wê biçûna YÎBO’yê jî dê bi şewîtina.’ Gelo ma qedara zarokên em ew diyar dikin?”   DOZGER XWEST GIRTINA BERSÛCAN DEWAM BIKE   Parêzeran xwestin doza qeymeqamê berê yê Aladag ê bi îdîaya FETO ji kar hat avêtin Ahmet Ziya Fîlîzer a Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîna a Edeneyê bi dosyeya facîaya wargeha Aladag re bikin yek. Parêzerên bersûdan di parastina kirin de ekîbên agirkûj û TEDAŞ sûcdar kirin û xwestin bersûc bên berdan. Dozger di mutalaya da de, daxwaza doza qeymeqamê berê yê Aladag ê bi îdîaya FETO ji kar hat avêtin Ahmet Ziya Fîlîzer a bi dosyeya facîaya wargeha Aladag re kirina yek red kir, ji bo ekîbên agirkûj bên li pêşberî dadgehê îfade bidin qebû nekir û xwest girtina bersûcan dewam bike.   'MIN GUNDÊN HERÎ XIZAN HILBIJARTIN'   Midûrê wargehê yê girtî Cuma Alî Genç, parastin kir û got: “Me xwendekarên gundên herî xizan ên Aladagê hilbijartin. Bi navbeynkariya Perwerdeya Mîlî ya Navçeyê me xwendekar kom nekirin. Em hevdîtin bi malbatan re kirin û xwendekar kom kirin. Min li Aladagê gundên herî mahrum, bêderfet û  xizan hilbijartin. Ez bi xwe li wan gundan geriyam û me alîkarî ji muxtarên gund xwestin. Wargeha min şewîtî. Dibêjin deriyên wê kurt bûn. Ger derfetên min ên rizgarkirinê hebûyan mine çima mûdaxele nekiriba?”   Genç, di dewama parastina xwe de TEDAP sûcdar kir û wiha  got: “Îftîra avêtin ser min. Mala min û wargeha min şewitîn. Ji xwe me jêrzemîn ji şewatê rizgar kir. Raporên kontrol kirinê rast venabêjin. Ez sûcên ser xwe qebûl nakim. Beraet û berdanan xwe dixwazim.” Parêzaran jî xwest bersûcên girtî bên berdan.    Danişîn, bi parastina bersûc û parêzaran berdewam dike.