Xebatkarên PTT'ê yên Îzmirê ji bo mafê xwe çalakî pêk anîn 2018-05-24 13:27:39   ÎZMÎR – Xebatkarên PTT'ê yên Îzmirê ji bo mafê xwe bixwazin li ber postexaneyê çalakî pêk anîn û mafê xwe xwestin.    Endamên Haber Sen'ê ya girêdayî KESK'ê, bi armanca zextên li ser xebatkarên PTT'ê şermezar bikin û daxwaza mafê kadrotiyê bikin li pêş PTT ya Basmaxaneyê çalakî pêk anîn. Xebatkarên PTT'ê di çalakiyê de pankarta “Em Karê bi ewle, pêşeroja bi ewle û jiyanek mirovane dixwazin" vekirin. Dîsa dowîzên “Li PTT’ê ji performansê re na" û “kedxwarî sûcê mirovahiyêye" rakirin. Li ser navê sendîkayan, Serokê Şaxa 6'emîn a Haber Senê ya Îzmirê Ali Yılbaşi daxuyani da. Yilbaşi, diyar kir ku piştî PTT firotin êdî bûye şîrketa bazirganiyê û wiha got: “Piştî derewa AKP'ê ya 'Dê her kes bibe karkerê bi kadro. Karkerên taşeron êdi dê nemîne' derket holê, xeyala karkerên taşeron bi avê de çû. Li PTT’ê hemû karker heman karî dikin. lê her yek heqê cuda distîne. Em li dijî kedxwariyê mafê kadrobûnê dixwazin."