ÎSÎGM: Di 4 salan de li Gebzeyê 94 karker di cînayetên kar de mirin 2018-05-24 13:13:34 STENBOL – Meclîsa ÎSİG'ê rapora rewşa cînayetên kar a karkerên herêma Gebzeyê ya ji 2013’an heta niha aşkere kir. Meclîsê di raporê de diyar kir ku ji 2013'an heta niha 94 karkeran jiyana xwe ji dest dan e.   Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), rapora herêma Hewzeya Gebze ya cînayetên kar bi raya giştî re parve kir. Meclîsê di raporê de diyar kir ku li Hewzeya Gebze ji sala 2013’an heta niha 94 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Meclîsê anî ziman ku karkerên di Flormarê de dixebitin, bi armanca di şerten baştir de bixebitin 5 meh berê bûn endamên Sendîkaya Petrol-İşê. Piştî Petrol-İşê hêjmara zêde xist destê xwe, vêcarê patronê Flormarê 115 karker ji kar avêt. Di 14'ê Gulanê de li pêş fabrîqeyê dest bi çalakiyan kirin. Niha 5 hevalên me yên karker jibo silav dan hevalên xwe ji kar hatin avêtin. 600 karker ji ber nexweşiya kar jiyana xwe ji dest dan. Li gorî rapora ku ji çapemeniyê û malbatên karkeran girtin ji 1'ê Çileya 2013'an heta 30'ê Nîsana 2018'an 94 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên ILO û WHO li hewza Hebzeyê 600 kes ji ber nexweşiyên kar jiyana xwe ji dest dan.